Li Stûttgart û Berlînê çalakiyên ji bo azadiya girtiyan

Li bajarên Elmanya Stûttgart û Berlînê çalakiyên "Ji girtiyên siyasî yên Kurd re azadî" hatin lidarxistin.

Li bajarên Elmanya Stûttgart û Berlînê çalakiyên "Ji girtiyên siyasî yên Kurd re azadî" hatin lidarxistin.

STÛTTGART

Li paytexta eyaleta Baden Wurttemberg a Elmanyayê Stûttgartê, li pêşiya Wezareta Edaletê çalakiyek hat lidarxistin û daxwaza azadiya girtiyên siyasî hat bilêvkirin. Di çalakiya 24'ê Adarê de komkujiya li Brukselê jî hat şermezarkirin.

Li vê derê, li ser navê NAV-DEM'ê daxuyaniyek hat xwendin û hat ragihandin, şerê kirêt ê bi pêşengiya Erdogan li Kurdistanê tê meşandin gihaştiye asta qirkirinê. Di daxuyaniyê de bazara penaberan a navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê hat şermezarkirin û hat destnîşankirin, ku careke din hatiye dîtin Yekîtiya Ewropa destekê dide dewleta Tirk a faşîst û qetlîamker.

NAV-DEM'ê di daxuyaniya xwe de qanûnên 129 a/b ên bûn sedema girtina gelek şoreşgeran, di sala 2015'an de bi van qanûnan re 5 siyasetmedarên Kurd hatine girtin.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ji NAV-DEM'ê Ahmet Çelîk (Serokê berê yê YEK-KOM'ê), Kenan Baştû, Mûstafa Çelîk, Mehmet Demîr, Bedrettîn Kavak, Alî Ozel û Mûhlîs Kaya hînê li girtîgehên Elmanyayê tên ragirtin.

Di çalakiyê de ev daxwaz hatin kirin:

Bila qanûnên 129 a-b bên betalkirin

Hemû dozên di çarçoveya vê qanûnê de hatine vekirin, werin betalkirin

Girtiyên siyasî yên Kurd werin berdan

Qedexeya li ser PKK'ê were rakirin

Dawî li hevkarî û firotina çekan ji bo dewleta Tirk bê anîn

Di çalakiyê de her wiha daxuyaniyên AvEG-Kon, ATÎK, ADHK, Yaşanacak Dunya/Devrîmcî Proleterya, partiya SYKP û FÎDEF hatin xwendin û daxwaza azadiya girtiyên siyasî yên li Ewropayê hat kirin.

Çalakgeran piştî ku dosyayek li ser mijarê radestî Wezareta Edaletê kirin, dawî li çalakiya xwe anîn.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê, bi pêşengiya NAV-DEM û ATÎK'ê, ji bo berdana girtiyên siyasî çalakiyek hat lidarxistin.

Gelek Kurdistanî û dostên wan li Tûrnstrasseyê li hev civiyan. Girseya gel ber bi Wezareta Karên Derve ya Elmanyayê ve meşiya û pankarta bi nivîsa "Kurdan sûcdar neke" vekir.

Li ber Wezaretê li ser navê NAV-DEM û ATÎK'ê Rifat Baydaroglû axivî. Baydaroglû da xuyakirin, ku Tirkiye di şerê li hemberî Kurdan de bi tankan dest li Rojavayê Kurdistanê werdide û di ser pirsgirêka penaberan re jî bi Ewropa û Elmanyayê re li hev kiriye.

Baydaroglû da zanîn, di encama vê yekê de hem li Elmanyayê hem jî li Tirkiyeyê gelek siyasetmedarên Kurd hatine girtin û destnîşan kir, ku divê Elmanya dest ji vê helwesta xwe berde.

...