Ji bo sê jinên Kurd ên siyasetmedar ku li Parîsa paytexta Franseyê hatin qetilkirin sersaxî li Navenda Çanda Kurd a Mezopotamya ya li Strasbourgê tê qetûblkirin.
Di nava kesên hatin sersaxiya ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatibû danîn de alîkarê Şaredarê Strasbourgê Philippe Bies, berpirsa têkiliyên navneteweyî Navel Elmirini û Endamê Kongreya Rêveberiya Xwecih a a Konseya Ewropayê profesor Andree Buschman jî hebûn. Her wiha keşeyê dêra Saint Maurice rahîb Vincent Syeyert ku sala par greva birçîbûnê lê pêk hatibû jî hate serdanê.
Kesên dihatin sersaxiyê dan diyarkirin ku wana Fîdan Dogan yekser nas dikir û mirovek gelek xwîngerm bû û nureke girîng a gelê Kurd bû.
Rahîb dêra Saint Maurice Vincent Steyert jî da diyarkirin ku ew bi naskirina Fîdan Dogan gelek kêfxweş bû û got: “Ez ji wê gelek tişt hîn bûm”.
Navel Elmîrînî ku bi navê şaredar hatibû da zanîn ku gava wê Rojbînê dîtiye, mirov çawa hevalek xwe ji dil û can hembêz dike, wê jî wisa Rojbînê hembzê kiriye û diyar kir ku ew îro dixwaze li şûna wê heval û malbata wê hembêz bike û dayika Rojbînê Fatma Dogan hembêz kir.
Andrée Buschman jî peyama sersaxiyê ya Serokê Kongreya Fransî Jean Pierre Liouville ji malbatê re ragihand. Buschman diyar kir ku ew xebata Fîdan, rûkeniya wê tu carî ji bîr nakin.
Endam û serokê Komeleya Dostên Gelê Kurd Bernard Revoland jî li cihê sersaxiyê daxuyaniyek da û diyar kir ku ewê her roj bên komeleyê ji bo bîranîna Rojbînê zêdetir xwedî li doza azadiyê ya gelê Kurd xwedî derbikevin û peyam da ku ew ê di hert şert û mercan de piştgiriyê bidin gelê Kurd.
Kurdistaniyên li derdora Strasbourgê dijîn, heval û dostên Rojbînê di nava du rojên ku sersaxî hatiye danîn de malbatê bi tenê nehiştin. Hevalên Rojbînê îro ji bo şandina cenazeyên wê û Sakîne Cansiz, û Leyla Şayelemez bi malbatên re çûn Parîsê.