Li Strasboûrgê roja 25’emîn: Em ê teqez vê tecrîdê bişkînin

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 25’emîn de didome.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin. Çalakî di roja 25’emîn de didome.  Ji Fransa û Elmanyayê gelek Kurd hatin serdana çalakiyê.

Parlementera berê ya HDP’ê Dîlek Ocalan, siyasetmedar Mûstafa Sarikaya û Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî di nav de 14 kesan dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn. Greva birçîbûnê di roja 25’emîn de didome. Her roj bijîşk çalakgeran kontrol dike. Çend roj berê bijîşk Fahrettîn Gulşen diyar kiribû ku hin çalakgeran 9 kîlo li xwe kêm kirine û ev rewşeke balkêş e.

JI ELMANYAYÊ KURD HATIN SERDANÊ

Ji bajarên Freîbûrg, Stûttgart, Offenbûrg ên Elmanyayê endamên meclîsên gel û welatparêz bi komî tên serdana çalakiyê.

Hevserokê KCDK-E’yê û çalakgerê greva birçîbûnê Yuksel Koç diyar kir ku çalakiya Leyla Guven ketiye roja 64’emîn û ew jî 25 roj in di greva birçîbûnê de ne. Koç diyar kir ku li hemberî êrîşên hovane yên li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê berxwedaneke mezin tê kirin. Koç bal kişand ser vî tiştî ku armanca hemû çalakiyên grevên birçîbûnê ev e ku tecrîda li ser Ocalan were şikandin.