Li Strasbourgê partiyên siyasî û RCS ji bo Kobanê hatin cem hev

Li Strasbourgê partiyên siyasî û RCS ji bo Kobanê hatin cem hev

Li Fransayê piştgiriya ji bo Kobanê her diçe mezin dibe. Li bajarê Strasbourgê bi dehan endamên Rêxistinen Civakî yên Sivîl (RCS), partiyên siyasî û Konseya Ewropayê hatin cem hev û xwestin xwedî li berxwedana Kobanê bê derketin.

Li Strasborgê bi banga Kolektîfa Aştiya Lezgîn a ji bo Rojhilata Navîn (SOS Paix au Moyen-Orient) bi sedan kes li Qada Kleber hatin cem hev. Di nava wan de hilbijêrên Fransî jî heye, nûnerên partiyên siyasî û rêveberê Fransaya Rojhilat, Ermenî, Kurd, Ereb, Tirk, Elewî tevlî çalakiyê bûn. Çalakî saet di 18.30’an de  destpê kir.

Serokê delegasyona Fransî ya Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Konseya Ewropayê ya Herêmî (AK-YBYK) Francis Lec,  Cîgira Şaredarê Strasbourgê Nawal Rafik, Cigirê Şaredariya Suresnes Jean-Louis Testud û Şaredara berê ya Wêranşarê Leyla Guven tevlî çalakiyê bûn.

Ji partiya sosyalîst (PS) Rîchard Sancho ku axivî û nûnerên partî û saziyên civaka sivîl yên axivîn wiha bûn: Ji Partiya Komunîst a Fransî (PCF) Christian Grosse, ji Keskên Ewropayê (EELV) Jacques Fernique, Ji partiya Nû ya Dij-Kapîtalîst (NPA) Isabelle Muller, Mariam Derand (El Fetih Nûnera Fransayê), Amani Friaa (Les Voix libres), Alfred Zimmer (MRAP), Ahmed Faouzi (Komeleya xebatkarên Fransa Magrebli -ATMF), Pierre Zulumiyan (Komeleya Alsace Ermenistan) û Christiane Panzer (ASTU).

BANGA PIŞTGIRIYÊ

Axaftvanan bal kişandin ser têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û hat gotin ku di serî de Fransa, hemû hêzên navneteweyî divê piştgiriyê bidin Kobanê.

Serokê Delegasyona Fransayê ya Kongreya Rêveberiyên Herêmî ya AK’ê Francîs Lec axivî û got ku têkoşîna li dijî DAIŞ’ê tenê bi çekan nabe, divê pirsgirêkên ku DAIŞ derxistine holê jî bên çareserkirin.

Cîgirê Şaredarê Suresnesê Jean-Louîs Tentud jî got ku paşverûtiya DAIŞ’ê Kurdan ji ber ku tenê Kurd in qetil dike û got: “Tirkiyeya ku divê di vê demê de alîkarî bida Kurdên Sûriyeyê, berevajî vê li hemberî çeperên HPG’ê êrîş pêk anî.  Ev jî piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê nîşan dide.

GUVEN: TIRKIYE BILA A KURDAN YA DAIŞ’Ê HILBIJÊRE

Şaredara berê ya Wêranşarê Leyla Guven da zanîn berxwedana Kobanê bi rojan bê av, çek û xwarin meşiyaye û di cîhanê de berxwedanek wisa nehatiye dîtin. Guven got ku divê êdî Tirkiye biryarekê bide û got: “Tirkiye an wê bi DAIŞ’ê re bibe cîran an jî wê bi Kurdan re. Tirkiye bi gotinên rastiya wê tune ne dibêje em alîkariyê didin Kurdan.  Lê jixwe Kurd vê cidî nagirin. 

MODELA ROJAVA WÊ BÊ NASÎN

Berdevka Têkiliyên Karên Derve ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê Helena Erîn jî axivî û destnîşan kir ku modela pergala xweseriya demokratîk a Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn gelek girîng e û li Fransayê jî piştî êrîşên DAIŞ’ê eleqeya li dijî Rojava zêde bûye.

Partî û saziyên endamên Kolektîfa Aştiya Lezgîn a Rojhilata Navîn in (SOS Paix au Moyen-Orient) wiha ne: Partiya Sosyalîst (PS), Keskan (EELV), Partiya Komunîst a Fransayê (PCF), Partiya Çep (PG), Yekîtiya Komunîst a Alsace (CCA), Tevgera Komunîst a Ciwanan (MJCF), Yekîtiya Xwendekarên Biyanî ya Strasbourgê (UDEES), MRAP  û Partiya Nû ya Dij- Kapîtalîst (NPA), Komeleya Xebatkarên Fransa Magrebî (ATMF), Komeleya Welatiyên Navbera Çandan (ASTU), ATIK, ADHK, Komeleyên Çanda Elewî ya Rojhilat (14 komele û nûneriya bajarê Kehl), Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Strasbourgê û 4 komeleyên Kurd ên li Rojhilatê Fransayê, komeleyên Strasbourg û Hagenau ya girêdayê DIDF’ê,  saziyên civaka sivîl a Les Voix libres.