Li Strasboûrgê bi sedan kesî berpirsyartiyên CPT’ê bibîr xistin

Di çalakiya Strasboûrgê dewam dike de bi sedan kesên ku hatin ba hev, li pêşiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) çalakiya rûniştên lidar xistine, bang kirin ku divê bi lezgîn berpirsyartiyên xwe bi cih bînin.

Çalakiya rûniştên ya li pêşiya Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) û Konseya Ewropa (KE) ya li bajarê Strasboûrg a Fransayê hate lidarxistin 3 roj li pey xwe hişt, hat diyarkirin ku divê bi lezgîn CPT heyetekê bişîne serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkildarî ewlehî û rewşa wî agahiyekê parve bike.

Nûnerên bi dehan partiyên Kurd, Tirkiyeyî û baweriyên gelên cihê yên li Ewropa ku beşdarî çalakiyê bibûn, di saetên nîvroyê de heta CPT’yê meşiyan, li pêşiya avahiya saziyê çalakiya rûniştinê lidar xistin.

Bi sedan kesên li pêşiya avahiya CPT’yê rûniştin, ji ber Hevpeymana Mafê Mirovan a Ewropayê daxwaza bi lezgîn erkê xwe pêk bînin kirin. Bi sedan kesên posterên Ocalan hildabûn, dirûşmên dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re qîr kirin.

Kurdistaniyên ku nêzî nîv saetê çalakiya rûniştinê pêk anîn û şûnde dubare berê xwe dan cihê kombûnê yê ku heman demê çalakiya Nobeda Ji Ocalan Re azadî ya pêşiya avahiya KE’yê ye.

Çalakvanên ji welatên cuda yên Ewropayê hatibûn, çalakiya îro dewir girti.

Di nava rojê de her wiha ji bo şehîdên meha Cotmehê civîneke ya bîranînê jî hate lidarxistin.