Li Stokholmê Eutelsat hat protestokirin

Li paytexta Swed Stokholmê, şîrketa Eutelsatê ku li ser fermana dewleta Tirk weşana Med Nûçe û Newroz TV’ê sekinand, hat protestokirin.

Kurdistanî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurdên Swedê û Yekîtiya Jinên Kurd Sarayê saet di 12:00 de li pêşiya avahiya Seferatxaneya Fransayê ya li Swedê li hev civiyan, pankart û wêneyên ji logoyên televîzyonan rakirin û bi dirûşmên xwe dewletên Tirk û Fransayê şermezar kirin.

Çalakgeran xwestin nameyeke protestoyî ya der barê girtina televîzyonên Kurd de bidin rayedarê seferatxaneyê. Ji ber ku rayedarên Sefaretxaneyê name qebûl nekirin, çalakgeran biryar dan ku heta qebûlkirinan ameyê çalakiya xwe bidomînin.

Piştre li ser daxwaza Sefîrê Fransayê polîsan êrîşî çalakgeran kirin. Her dawî piştî qebûlkirina nameyê çalakger bi qîrîna dirûşman dewletên Tirk û Fransayê şermezar kirin û dawî li çalakiya xwe anîn.

...