Li Stockholmê xwepêşandana “piştgiriya Erdogan” vala derket
Li Stockholmê xwepêşandana “piştgiriya Erdogan” vala derket
Li Stockholmê xwepêşandana “piştgiriya Erdogan” vala derket
Yekitiya Demokratên Tirk yên li Ewropayê (UETD) ku rêxistina lobî ya dervey welat ya AKP’ê ye, dixwest Tirkiyeyiyên li Swêdê jiyan dikin bike piştevanên polîtîkaya tundiyê ya Erdogan vale derket.
Li rexmî hemû hewildanên UETD’ê di xwepêşandana “Piştgiriya bi Erdogan re” li Qada Medborgarplatsen ya Stockholmê nêzî 50 kes tevlîbûn.
Tirkiyeyiyên li Stockholmê jiyan dikin, nirx neda xwepêşandanê û dane diyarkirin ku, ew piştgiriyê nadin polîtîkayên tundiyê yên Erdogan. Bi netevlîbûna xwepêşandanê nîşandan ku ew piştevaniya êrîşa bi bombeyên gazê û ava şid ya li hember gelê bi awayek demokratîk mafê xwe bikartîne û her wiha ew alîgirin ku pirsgirêk bi rêbazên aştiyane û diyalogê bêne çareserkirin.
Serokê UETD’ê Mustefa Tumturk ku serê vê salê hatiye avakirin, roja 11’ê Hezîranê daxuyaniyek dabû rojnameya Dagens Nyheter. Tumturk pêkanîn û polîtîkayên Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan parastibû û gotibû 6 hezar endamên komeleya wan hene.
Mustefa Tumturk ku du deman ji nûnertiya Partiya Karkerên Sosyal Demokrat di Meclisa Şaredariya Stockholmê de peywirdar bû û hêjan endamê vê partiyê ye. Dema ku Tumturk piştgirî da polîtîkayên tundî yên Erdogan, Tirkiyeyiyên li Swêdê jiyan dikin û endamên Partiya Karkerên Sosyal Demokratan bertek nîşan da, her wiha nameyên protestoyî ji rojnameyê re şandibûn.