Li Stockholmê Rûsya hat protestokirin

Rûsya ya ku bûye hevkarê qetlîamên dewleta Tirk û çeteyên OSO ên li ser gelê Kurd dikin, li pêşiya avahiya Sefaretxaneya Rûsya ya li paytext Stockholm a Siwêdê bi çalakiyekê hat protestokirin.

Komek Kurdistaniyên ku di saet 16:00’an de li pêşiya sefaretxaneya Rûsya ya li Stockholmê kombûn, li dijî hikûmeta Rûsya ku qetlîamên dewleta Tirk li Efrînê dike pejirandî, nerazîbûn nîşandan.

Çalakvan, di çaakiya saetek dewam kir de dirûşmên “Faşîst Erdogan, Kujer Putîn”, “Kujerê zarokan Erdogan”, “Dawî li kuştina zarokên me bînin”, “Destên xwe yên bi xwîn ji Efrînê vekişin”, “Artêşa Tirk ji Efrînê bi cehinime”, “Bijî YPG/YPJ”, “Xwîn ji Kurdistanê di herike, cîhan bêdenge”, “Piştgirî ji Efrînê re”, dirûşmên şermezarkirina Tirk û hikûmeta Rûsya û dirûşmên piştgirî ji Berxwedana Serdemê re hatin berz kirin.

Ji bo şermezarkirina qetlîamên li dijî sivîlan, tabûta ku bi wêneyên jin û zarokên ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin hatî pêçan, danîn pêşiya avahiya sefaretxaneya Rûs.

Girseya gel a di saet 17:00’an de ketî rê, di tevaya rê de dirûşmên şermezarkirina hikûmeta Rûsya û Tirk berz kirin û piştre çalakî li pêşiya stasyona Metro a Frîdhemsplan bi dawî bû.