Li Stockholmê panela 'Tirkiye ber bi ku ve diçe?' hate lidarxistin

Li paytexta Swêd Stockholmê, panelek bi sernavê 'Tirkiye ber bi ku ve diçe?' hate lidarxistin.

Panel pêr êvarê pêk hat û mijarên; mafên mirovan ên li Tirkiyeyê, polîtîkaya dijminatiya li gelê Kurd û Rojava, pêşnûmeya Destûra Bingehîn a Nû hatin nirxandin.

Panel li Navenda Perwerdeyê ya Karkeran (ABF) hate organîzekirin û ji aliyê midûrê berê yê ABF Goran Erîksson ve hat birêvebirin. Zanyara Siyasetê Ekîm Çaglar, Serokê Federasyona Kurd Keya Îzol û rojnamevan-nivîskar Kurdo Baksî weke qiseker beşdarî panelê bûn. Zêdeyî 100 Swêdî jî li panelê amade bûn.

HER KESÊN MÛXALEFETÊ DIKIN BI SÎXURIYÊ TÊN SÛCDARKIRIN

Ekîm Çaglar di destpêkê de axivî û bibîr xist, ku Rewşa Awarte ya piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê hat ragihandin, derketiye derveyî armanca xwe û bi deh hezaran kesên eleqeya xwe bi darbeyê û Tevgera Gulen re nîne ji kar hatine derxistin, îşkence û kiryarên xerab li girtiyan hatine kirin.

Çaglar da zanîn, bi sedan saziyên medyayê û rêxistinên civakî yên sivîl, bi sûcdariyên bêbingeh hatine girtin, Hevserok û parlamenterên 3. partiya herî mezin a li parlamentê, bi sedan hevşaredar û rêveberên şaredariyan hatine girtin û got, her kesên mûxalefetê li Erdogan û hikûmeta AKP'ê dikin, mîna sîxurên biyaniyan tên sûcdarkirin û bi vî rengî hewl tê dayîn werin bêdengkirin.
    
DIBE KU ERDOGAN WERE DARIZANDIN

Çaglar da xuyakirin, hikûmeta AKP'ê û Erdogan ji bo qezençkirina referandûmê her tiştî dikin û got, "Hikûmeta AKP'ê bi salan bi Gulen re hevkarî kir. 10 salan bi hev re welat bi rê ve bir. Piştî hewldana darbeyê Erdogan ji ber ku bi Gulen re hevkarî kir, lêborîn xwest. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê, tişta ku wî kir sûc bû û ew li vî sûcê xwe mikur hat."

Çaglar destnîşan kir, eger şert û mercên li Tirkiyeyê biguherin û hikûmeteke nû ava bibe, wê Erdogan ji ber van sûcên xwe yên berê were darizandin.

PIŞTGIRIYA JI BO PKK'Ê ZÊDETIR BÛ

Keya Îzol jî bibîr xist, Kurd ji sala 1923'an û vir ve ji bo mafên xwe yên bingehîn li ser piyan e û ev nirxandin kir: "Raperîna herî dawî ji aliyê PKK'ê ve di salên 1980'î de hat destpêkirin. DYA û hêzên din lîderê PKK'ê radestî Tirkiyeyê kirin. Niha li girtîgehê ye. Lê belê, tevî van hemûyan jî desteka ji bo PKK'ê zêdetir bû. Her malbateke li Kurdistanê, di şerê li dijî dewleta Tirk de xizmekî xwe ji dest daye. Ji ber vê yekê, Kurd hemû li dijî kiryarên dewleta Tirk hesas in."

Îzol di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya li pêşberî êrîşên hikûmeta AKP'ê û anî ziman, yek ji kesên bêdeng in xwediyê Xelat Nobelê Orhan Pamûk e, ku bi vê bêdengiya xwe re destekê dide AKP'ê.

AVABÛNA DEWLETA KURDAN NÊZ E

Îzol işaret bi rewşa li Rojavayê Kurdistanê jî kir û got, "Kurd li herêmê potansiyeleke mezin û faktoreke desthilatdariyê ne. Di dema ji nû ve avakirina Rojhilata Navîn de divê mafên Kurdan werin dîtin. Li Rojava, tevgereke gerîla ya çekdar heye, YPG/YPJ heye. Haya civaka navneteweyî ji vê tevgerê heye û alîkariya çekan dide wan û Kurdên li Iraqê. Niha nîqaş tê kirin ku Kurd dewleta xwe ava bikin. Eger dewleta gelekî tine be, nikare xwe biparêze. Dema ku jin û zarokên Kurd ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin kuştin, me dîtin ku dewletan ew neparastin. Avabûna dewleta Kurdan nêz e û destekeke xurt ji bo vê heye."

TIRKIYE POLÎTÎKAYA XWE YA DERVE LI GORÎ KURDAN DIYAR DIKE

Kurdo Baksî jî di axaftina xwe de li ser polîtîkaya derve û polîtîkaya li dijî Kurdan a Tirkiyeyê axivî.

Baksî da xuyakirin, Tirkiye polîtîkaya xwe ya derve li gorî dijberiya li Kurdan diyar dike û got, "Dema ku Erdogan fêhm kir, Kurd li Bakurê Sûriyeyê bi pêş ve diçin û dibin xwedî rêxistinbûneke federatîf, ji bo pêşîgirtina li vê yekê, bi hemû hêzên pê re dijmin bû, li hev kir."

Baksî bal kişand ser bêdengiya Yekîtiya Ewropayê li pêşberî komkujiyên li Kurdan tê kirin û anî ziman, Erdogan 3,5 mîlyon penaberên li welatê xwe li dijî Ewropa û cîhanê weke şantajê bi kar tîne.