Li Stockholmê konê ji bo piştgiriya bi Efrînê re hate vedan

Çalakiya konvedanê ya li Stockholmê ya ji bo teşhîrkirina qetlîamên dewleta Tirk ên li Efrînê pêk tîne û piştgiriya bi gelê Efrînê berdewam dike.

Çalakvanan li qada Mynttorget a li pêşiya Parlamentoya Stockholmê ji sêşemê sibehî ve kon vedane, li peşiya konê pankarta bi nivîsa 'Komkujiya Kurdan a li Efrînê bide sekinandin' û wêneyên zarok û jinên dewleta Tirk kuştine hatine daleqandin û derbarê kuştinên ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tên belavok têne belavkirin.

Yek ji çalakvanan Azad Heydarî derbarê xebat û çalakiyan ji ANF'ê re peyivî.

Heydarî diyar kir ku wan ji bo têşhîrkirina qetlîamên artêşa Tirk û çeteyên şirîkên wan ên ji DAIŞ'ê mane, kon vedane û got: "Li Stockholmê em rojê 24 saetan bi çalakiyên curbecur em dewleta Tirk teşhîr dikin. Divê de em bi serketin jî. Li dijî hovîtî û kuştinên Erdogan me piştgiriya gel û siyasetmedaran girt."

Heydarî bal kişand ser hewldanên Kurdistaniyan, da zanîn ku van hewldanan bandora xwe nîşan da û got: "Wezîrê Karê Derve di axaftina xwe de Erdogan rexne kir û piştgirî da Kurdan. Hemû cîhan li gel Kurdan cih digire û li hember Erdogan in. Heta gelê Efrînê bi ser bikeve em ê piştgiriya xwe bidomînin.”

Heydarî bang li hemû Kurdistanî û dostên Kurdan kir ku hemû derfetên xwe ji bo teşhîrkirina qetlîamên dewleta Tirk ên li Efrînê bi kar bînin.