Li Stockholmê ji bo Rojava xwepêşandana piştgiriyê
Li Stockholmê ji bo Rojava xwepêşandana piştgiriyê
Li Stockholmê ji bo Rojava xwepêşandana piştgiriyê
Kurdistaniyên ku li Swêdê jiyan dikin, bi xwe pêşandanê piştgirî dan gelê Rojavayê Kurdistanê yê li dijî êrîşên komên Îslamî û çete tevdigerin.
Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê li Qada Medborgarplatsen ya Stockholmê kombûn û êrîşên komên çete ên bi piştgiriya Tirkiye, Qetar û Erebîstana Siûdî ên li dijî Rojava nelet kirin û piştgiriya xwe ya ji bo gelê Rojava nîşandan.
Di xwepêşandan ku li ber baranê hate kirin û, alên PYD, PKK û PÇDK, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankart û dowîzên berxwedana Rojava silav dikin hilgirtin. Di xwepêşandanê de nûnerên partiyên siyasî û girseyên demokratîk, xwestin welat û hêzên paşvero hate xwestin ku destê xwe ji Rojava bikişînin û dane diyarkirin ku, ew li cem gelê Rojava yên rabûne serxwe û berxwe didin bin. Êrîşa bombeyî ya duh li dijî endamê Desteya Bilind ya Kurd Îsa Huso pêkhat û jiyana xwe ji dest da şermezar kirin.
Ji Komîteya PYD’ê ya Swêdê Jin Akgul axivî û êrîşa li dijî endamê Desteya Bilind ya Kurd Îsa Huso ya nemerdane şermezar kir. Akgul da zanîn ku, Huso weke rêberên Kurdan ên din li rastî êriş û pêkûtiyên rejima Esat hatiye, gelek caran hatiye girtin lê tucaran ji tekoşîn û parastina mafê gelê Kurd tawîz nedaye.
Akgul bibîrxist ku gelê Kurd salên dirêj di bin êrîş û pêkûtiyên rejimên faşîst de maye û anî ziman ku, sala borî gelê Kurd bixwe kete tevgerê û dest bi rêvebirina xwe kiriye. Akgul balkişande ser ku, ji ber vê sedemê welatên nerihetbûn, komên Îslamî û çeteyên paşvero li dijî gelê Kurd didin şixulandin. Akgul berxwedana şervanên YPG’ê ên biqehremanî silav kir.
Serokê rêxistina mafê mirovan ya li dijî komkujiyê CHAK Azad Heyderî piştî girêdana kampanya Enfalê û êrîşên çete ên li dijî Rojava çêkir û diyarkir ku, êrîşên îro di bin navê Cîhadê de li dijî gelê Kurd têne meşandin, berdewamekî cûda ya Enfalê ye. Heyderî destnîşan kir ku, êrîşên ku weke cîhad binav dikin, ji welatên weke Çeçenîstan, Efxanîstan, Tirkiye, Tinûs û Misrê tên, tenê armanca wan tekoşîna gelê Kurd tebisandine. Heyderî aşkera kir ku, gelê Kurd li Serêkaniyê berxwedanekî qehremanî dane nîşandan û herêm ji komên çete paqijkirine. Heyderî da zanîn ku, tu hêz tê nekarin tekoşîna gelê Rojava ê rabûne ser xwe asteng bikin û ew bawer dike ku dê serkeftin ya gelê Kurd be.
Piştî axaftinan sloganên “YPG gele, gel em in”, “Bijî berxwedana Rojava” û “Şehîd namirin” qîrkirin û ji bo cangoriyên di tekoşîna azadiya netewa Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girtin.