Li Stockholmê ji bo Ocalan çalakiya greva birçîbûnê
Bi daxwaza şikandina tecrîda û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di saet 10:00’an de komeke Kurdisanî li paytexta Swêdê Stockholmê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Bi daxwaza şikandina tecrîda û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di saet 10:00’an de komeke Kurdisanî li paytexta Swêdê Stockholmê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin.
Kurdistaniyên ku li Qada Norrmanlmstorgê kon vedan, çar aliyên kon bi alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xemilandin. Her wiha li gel hildana alên PKK, KCK, YPG/YPJ’ê jî , pankatên ku daxwaza azadiya Ocalan dikin vekirin.
Çalakvanan belavok belavkirin û bi axaftinên li qadê dikirin, bal dikişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan. Ji bo azadiya Ocalan bang li raya giştî ya Swêdê kirin ku zextê li hikûmeta Swêd û Yekîtiya Ewropa bikin.
Her wiha hate gotin ku li cîhanê bi milyonan Kurd û dostên wan hene ku dixwazin agahiyek bi tendurist ji rewşa Ocalan bigirin, bang hate kirin ku dawî li pêkanînên fîzîkî û derûnî yên li ser Ocalan bînin.
Parêzvanên mafê mirovan ên Tirkiyeyî û Swêdî serdana kon kirin, destek dan çalakvanan. Di nava kesên kon ziyaretkirin de jî Hevseokê PYD’ê Şahoz Hesen jî hebû.
Hesen ê serdana çalakvanan kir û piştgiriya xwe ya ji bo wan anî ziman, diyar kir ku jiyana hevpar a demokratîk a li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate avakirin bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hetiye.
Hesen anî ziman ji bo tinekirina vê dewleta Tirk a faşîst êrîşî Efrînê kir. Hesen got gelê Efrîn û Rojava serî ji dagirkeran re natewîne û wê têkoşîna xwe bidomîne.
Çalakvanên çalakiya greva birçîbûnê dem bi dem dirûşmên ‘Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Ji Ocalan Re Azad, Ji Kurdistanê Re Statû” qîr dikirin.
Çalakiya wê sibe saet 18:00’an bi çalakiyekê bi dawî bibe. Di çalakiyê de banga tevlîbûna çalakiyên bên lidarxistin hate kirin.