Li Stockholmê ji bo Cansiz, Dozan û Şeylemez edelet hat xwestin

Li Stockholmê ji bo Cansiz, Dozan û Şeylemez edelet hat xwestin

Li gelek bajarên Swêdê di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdeta li ser jinê çalakî pêk hat û daxwaz kirin ku şîdeta li ser jinê bi daweî be. Di çalakiya li Stockholmê pêk hat de jinên kurd şîdeta li hemberî jinan ya li Tirkiye û Kurdistanê zêde bûye anî rojevê û jibo sê şoreşgerên jiyên yên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez edelet xwest.

Lijneya herî mezina jinan ya Swêdê ku nêzî 100 saziyên jinan di bin bana wê de ne, Roks di navbera 21-22’ê mijdarê de li Stockholê konferanseke jinan ya netewî a ‘Li dijî şîdetê têkoşîn, zanîn, cerebandin û rêbaz’ pêk hat.

Di 25’ê mijdarê de li 11 cihan çalakiyê protestoyî pêk hatin û ligelek cihan jî konferans û panel pêk hatin. li Goteborgê di çalakiya pêk hat de Sara Andersson axaftinek kir û da zanîn ku ligel ku hikûmetê ji bo rawestandin aşîdetê soz dane jî yekê nayne cih û şîdeta li ser jinê ji leza xwe tu tiştek wenda nekiriye û sala borî 28 hezar û 254 jin rastî şîdetê hatine û serî li polîsan dane.

Di çalakiya li Stockholê pêk hatiye de jî di saetên sibê de jin li gara bajar civiyan. Jin ketin milê hev û piştevaniya jinan y ali dijî şîdetê sembolîze kirin.

BILA ŞÎDETA LI SER JINÊ LI HER QADÊ RAWESTE

Jinên kurd û Swîdî di saetên êvarê de li ber avahiya Konsera ku Xelatên Nobelê lê dihatin dayîn hatin cem hev û hat xwestin ku bila şîdeta li ser jinê ya li mal, şer, cihê kar û dibistanan raweste.

 Di xwepêşendanên de alên Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê (TAJK)  û Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) hatin hildan û her wiha pankarta Komeleya Jinên Kurd ya Amara hat vekirin. Di axaftinên ku li ser navê jinên kurd hatin kirin de hate diyar kirin ku di serhildanên Misir, Tunus û Misirê de ku wek Bihara Ereban dihat binavkirin, jinan di eniya pêş de cih girtiye lê ev ji aliyê rejîmên paşverû-oldar ve hatiye birîn û li Sûriyeyê li ser navê ol çeteyên El Nûsra tecawizê jinan dikin.

ŞÎDETA AKP YA LI SER JINAN ZÊDE BÛ

Di berdewamiya axaftinan de wiha hat gotin: “Li Tirkiyeyê jî di dema desthilatdariya AKP’ê de şîdeta li ser jinê zêde bûye û dixwaza jinan hepsê nav çar dîwraan bike. tişta ku El Nûsra li Rojava dike, AKP li Tirkiyeyê, Îran jî li Îranê dike. Aliyê wan yê hevpar eve jinan ji mafên wan yên sereke bêpar bihêlin û bigirin, qetil bikin.

Sê siyasetmedarên jin yên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û  Leyla Şaylemez di 9’ê Çîlde hatin qetilkirin. Wek her sê xwişkên Mîrabell. Her sê jinan di seranserê jiyana xwe de ji bo azadiyê têkoşiyan.  Jinên kurd li çiyan, bajaran, gundan têkoşîna xwe ya azadiyê li dijî rejîmên zextxwar bilind kirin.”

Di dema çalakiyê de li ber posterên Cansiz, Dogan û Şaylemez find hatin pêxistin.

ŞÎDET KÊM NABE

Li Swêdê ku di nava welatên herî wekhev yên cîhanê de cih digire, şîdeta li ser jinê didome û bûye pirsgirêka herî mezin ya civakê. Konseya Pêşîlêgirtina Sûcan (Bra) îstatîstikên xwe aşkera kir û got li Swêdê mirinên ji ber şîdetê kêm bûne.

Di 2011’an de 81 kesî di encama şîdetê de jiyana xwe ji dest da û ev hejmar sala borî bû 68. Lê ji ber şîdeta ku hate jiyîn di hejmara jinan de kêmbûnek çênabe. Di 20 salên dawî de  gelek jin di encama şîdeta kesên nêzê xwe de jiyana xwe ji dest didin.

Jinên ku jiyana xwe ji dest didin ligel ku piraniya wan ji saziyan re radigînin ku tên tehdîd kirin û kuştin jî  tiştek nayê kirin.  Sala borî ji bo vê Komîsyoneke Netewî ya ku 9 polîs têde cih digirin hat avakirin.  Komîsyon dê bûyerê mirinê lêkolîn bikin û dê ji rayagiştî re aşkera bikin.

Seroka Roksê, Angela beausang diyar kir ku divê li dijî şîdeta li ser jinê ewlehî bê girtin.