Li Stockholmê greva birçîbûnê kete roja 3'yan

Kurdistaniyên li Swêdê ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grêva birçîbûnê dabûne destpêkirin. Çalakî di roja sêyan de ye.

Çalakgerên ku li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stockholmê çalakiya xwe dikin, heta tecrîda li ser Ocalan ranebe, biryardar in ku têkoşînê bidin.

Yek ji çalakgerên greva birçîbûnê Zerdeş Ibrahîmî ê ji Başûrê Kurdistanê got, ''Em ne tenê ji bo ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe lê ji ber were berdan greva birçîbûnê dikin. Beriya her tiştî CPT divê biçe Imraliyê lêkolînan bike û têkilî rewşa tenduristiyê ya Ocalan raya giştî agahdar bike.''

Ibrahîmî got tecrîda li ser Ocalan, ku bi milyonan Kurd ji xwe re rêber qebûl kirin, tecrîda li ser gelê Kurd e û domand, ''Gelê Başûr destekê dide Serok Ocalan. Dixwaze serbest were berdan. Lê gelê Başûr ji ber zextên PDK'ê nikare hîs û ramana xwe der bike.''

Ibrahîmî got PDK bi dewleta Tirk re hevkariyê dike, berjewendiya Kurdan napêzer û domand, ''Gelê me yê Başûr divê tirs û fikarê ji ser xwe bavêje. Heke em bi hev re tevbigerin li cîhanê ti kes nikare hêza me biçewisîne'' û bang kir ku gelê Başûrê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Ocalan rabe ser piyan.

Her wiha dostên Kurdistaniyan jî serdana çalekgeran dikin û peyamên destekê didin. Di roja duyan a çalakiyê de ji Partiya Çepgir Danîel Rîazat serdana çalakiyê kir

Rîazat got partiya wan daxwaza kiriye ku PKK ji nav lîsteya terorê were derxistin û heta ku ev bibe ew ê têbikoşin. Her wiha got Partiya Çepgir li pişt çalekgeran e.