Li Stockholm, Gîessen û Zurîhê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan

Li Stockholmê ya ku paytexta Stockholmê ye, li bajarên Gîessen ê Elmanyayê û li bajarê Zurîhê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ji 5’ê Nîsana 2015’an ve agahî jê nayê stendin, li Stockholmê çalakî hate lidarxistin. Çalakî di roja 2’emîn de didome.

Li qada herî şên a bajêr li Norrmalmstrongê kon hate vekirin û posterekî mezin ê Ocalan hate daliqandin. Çalakger têkildarî tecrîda li ser Ocalan û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Kurdan gel agahdar dikin.

Parlementerê Partiya Çep Amîneh Kakabaveh jî hat serdana kon. Kakabaveh ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin. Kakabeveh got ku, “Wekî girtiyên din Ocalan jî mafên wî hene û nayê qebûlkirin ku ev maf ji holê were rakirin. Heta ku Ocalan serbest neyê berdan, ew ê li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî pêk neyê.” Kakabaveh diyar kir ku wê rewşa Ocalan û Demîrtaş aniye rojeva meclîsa Swêdê lê meclîsa Swêdê xemsar tevdigere.

GIESSEN

Li bajarê Gîessenê yê Elmanyayê çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

 Di çalakiyê de broşurên li ser rewşa rêzdar Ocalan hate belavkirin û agahdarî hate kirin.

ZURÎH

Ji bo balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê çalakiya bi kon hatibû destpêkirin û çalakî di roja 2’emîn de didome.

Di çalakiyê de Kurdistaniyan belavokên bi Elmanî li derdorê belav kirin û bang hate kirin ku ew ê çalakî heta 11’ê Tebaxê were domandin.