Li Stockholm'ê rejîma Îranê hat şermezarkirin
Li Stockholm'ê rejîma Îranê hat şermezarkirin
Li Stockholm'ê rejîma Îranê hat şermezarkirin
Îranî, Belûcî û Kurdên li Swêdê dijîn dan xuyakirin ku hilbijartinên li Îranê vîna gelan nîşan nade, bi wekhevî nehatiye kirin, lewma xwepêşandanên şermezarkirinê lidar xistin. Xwepêşandêran xwestin, darvekirin bên rawestandin û girtiyên siyasî werin berdan.
Di roja hilbijartinan de, li taxa Lidingö ya Stockholmê komek ji 150 kesî ji ber Sefaretxaneya Bilind a Îranê xwepêşandaneke protestoyî lidar xistin. Di çalakiyê de xwepêşandêrek hat binçavkirin. Rojek piştî hilbijartinan jî, li heman cihî çalakiyeke din hat lidarxistin û dirûşmên "Bimire rejîma Îranê" "Ji girtiyên siyasî re azadî" û "Ji darvekirinan re na" hatin qêrîn.
Komên Îranî xwepêşandanên xwe li Qada Sergel dewam kirin. Pêr, Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya li Îranê û Komala li Stockholmê çalakyeke hevpar lidar xistin û daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku ne girînge kî di hilbijartinan de bi ser dikeve, wê pergala teokratîk a li welêt dewam bike û Îran wê heta mirina Ayutuillah Hamaney, ji aliyê wî ve were rêvebirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ku li hin cihan bi zorê bi gel deng hatiye bikaranîn û li hin cihan jî bikaranînan dengan hatine astengkirin.
Doh jî komek bi navê "Dayikên Lale" bi armanca şermezarkirina rejîma Îranê xwepêşandanek lidar xist. Yek ji xwepêşandêrên ku wêneyên şoreşger û wendahiyên li Îranê hatin darvekirin hilgirtin Nasî Payghambarîan da xuyakirin ku wan encamên hilbijartinê ji destpêkê ve dizanîbûn û got, ji bo li Îranê mirov bibe namzet, pêwistî bi erêkirina Mollayan heye. Payghambarîan weha peyivî:
"Ev hilbijartin di rewşeke serbixwe û azad de pên nayên. Ji ber vê yekê vîna gel nîşan nadin. Ev hilbijartin wê tiştekî neguherin. Pirsgirêk ya pergalê ye û demokratîkbûyîna welêt e. Welat ji aliyê yek kesî ve tê rêvebirin. Em dixwazin hesabê zilm, zext, êşkence û darvekirinên di nava 34 salan de hatinekirin, bên dayîn. Rejîma Îslamî divê destpêkê girtiyên siyasî serbest berde û dawî li darvekirinan bîne."