Li Taksîmê teqîn: Herî kêm 6 kes mirin, 53 kes birîndar bûn-HAT NÛKIRIN

Di teqîna li Cadeya Îstiklal a Beyoglûyê pêk hatî de, li gorî rayedaran herî kêm 6 kes mirin û 53 kes birîndar bûn.

Li cadeya herî qelebalix a Taksîmê, li gerî saeta herêmî di saet 16.20’an de, teqînek pêk hat ku sedemê wê nehat zanîn.

Waliyê Stenbolê Alî Yerlîkaya ragihand ku di teqînê de 6 kesan jiyana xwe ji dest dane û 53 kes jî birîndar bûne.

Gelek komên tenduristiyê çûn cihê bûyerê. Têkildarî ku teqîn çima pêk hatiye, hîna daxuyaniyek ne hat dayîn. Di encama teqînê de gelek dikanên derdor zirar dîtin.

Tê diyarkirin ku dengê teqînê ji navçeyên derdor jî hatiye bihîstin. Bi taybetî agahî hene ku teqîn li Beşîktaş û Şîşliyê hatiye bihîstin.

Serdozgeriya Komara Stenbolê têkildarî teqînê lêpirsîn da destpêkirin. Piştre Dadgeriya Ceza û Silhê ya Stenbolê, qedexe weşanê ragihand.