Li Stenbolê Tahîr Elçî bi meşekê hate bibîranîn

Tahîr Elçî yê ku li Sûrê ya Amedê hatî kuştin di sala duyan de hate bibîranîn.

Bi banga Baroya Amedê gelek parêzer û parazvanên mafê mirovan li ber Navenda Çandê ya Fransiz hatin cem hev. Di meşê de wêneyên Tahir Elçî hatin hilan û her wiha pankarên, ‘’Em te ji bîr nakin’ hate vekirin.

Di meşê de gelek siyasetmedar, serokê baroyên bajarên cuda û parêzer hazir bûn. Girse bi ber Meydana Galatasarayê ve meşiya.

Li vir Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen axivî. Ozmen, ‘’Du sal derbas bûn lê hê kujer nehatine îtin. Ji asta jor a dewletê ji hemû raya giştî, malbat û hezkiriyên Elçî re hate gotin ku wê cinayet ronî bibe. Ji dema ku Tahir Elçî hatî kuştin ve çi kesekî gumanbar jî nîn e. Ji bo ku kujer werin dîtin tiştek nayê kirin.’’

Piştî daxuyaniyê ên ku di çalakiyê de hazir bûn tevlî çalakiya Dayikên Şemiyê bûn.