Li Stenbolê serdegirtinên polîsan

Li Stenbolê serdegirtinên polîsan

Li Stenbolê, polîsên Tirk ku duh 17 kesên bi îdîaya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) ne kiribûn binçavan, îro danê sibê jî avêt ser gelek malan û gelek kes kirin binçavan.

Hat ragihandin, polîsan ber destê sibê avêtin ser gelek mal û kargehên li Okmeydan, Şîşlî û Beyoglûyê.

Hêjayî gotinê ye, piraniya kesên duh di serdegirtinên polîsan de hatin binçavkirin, endamên baskê ciwanan ê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bûn. Li gel Huseyîn Oner, Ozgur Mert Şeroglû, Alaattîn Oncu, Omer Ozalp, Zeynel Alî Bîngol, Hasan Kapçak 17 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku polîsan di lêpirsînê de wêneyên ciwanan ên di dema Berxwedana Gezî de nîşanî wan dane.