Li Stenbolê serdegirtina malan û binçavkirin

Li Stenbolê polîsên Tirk serê sibehê avêtin ser malan û 2 kes binçavkirin. Her wiha tundî û heqaret kirin.

Îro di danê sibehê de li Stenbolê bi ser malan de hate girtin û welatiyên bi navên Ramazan Ozdemîr û Hamiyet Furan hatin binçavkirin. Di dema serdegirtina mala Hamiyet Furan a li Esenyurtê de deriyê derve yê malê hate şikandin. Di heman demê de polîsan li bavê Furan, Cengîz Furan xistin, heqaret lê kirin û tundiya psîkolojîk lê kirin. Cengîz Furan da zanîn ku polîsan şimaq li wî xistine, çêr lê kirine û li erdê hatiye dirêjkirin. Her wiha Furan diyar kir ku polîsan çêr li keça wî jî kirine, li her devera malê lêgerîn kirine û pirtûkek desteser kirine.

Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û hat diyarkirin ku biryara bisînorkirina parêzeran a ji bo 24 saetan hatiye dayîn. Binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê tên ragirtin.