Li Stenbolê qirkirina siyasî: 4 jin hatin binçavkirin
Li Stenbolê bi ser gelek malan de hat girtin û 4 jin hatin binçavkirin
Li Stenbolê bi ser gelek malan de hat girtin û 4 jin hatin binçavkirin
Îro di danê sibehê de li Stenbolê bi ser gelek malan de hate girtin. Di encama serdegirtinên malan de aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) Nûrcan Tayboga, Nesîbe Akyol û Remziye Bozkurt û ji Atolyeya Jineolojiyê Ebrû Karaaslan hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinê nehat zanîn. Binçavkirî li Midûriyeta Emniyetê ya Bajar tên ragirtin.