Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê ji bo 3 siyasetmedarên Kurd ên jin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez ên li Parîsê bi awayekî hovane hatin qetilkirin meşekî meşaleyî hate lidarxistin.
Li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê ji bo 3 siyasetmedarên Kurd ên jin Sazûmankara PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Soylemez ên li Buroya Enformasyona Kurdistanê ya li Parîsê paytexta Fransayê bi awayekî hovane hatin qetilkirin li Kolana Demokrasiyê meşek meşelayî hate lidarxistin. Di meşê de pankrata "Tolhildan" hate vekirin. Di meşê de sloganên "Rêhevalên me Sakîne, Fîdan û Leyla nemirin", "Jin pêşenga berxwedanê ye" û "Em dê lîstîkê xirab bikin û hesabê bipirsin" hatin qêrîn. Piştî meşê daxuyanî hate dayîn û di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, komkujî bi awayekî rêxistîn, plansazî û pisporî pêk hat. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, komkujî ji aliyê hêzên navneteweyî yên pispor ve hate kirin.