Li Stenbolê protestoya 4’ê Mijdarê

Bi pêşengiya Rêxistina bajêr a Stenbolê ya HDP’ê darbeya siyasî ya di 4’ê Mijdarê de hate protestokirin.

Rêxistina bajêr a Stenbolê ya HDP’ê darbeya siyasî ya di 4’ê Mijdarê de protesto kir. Girse li pêşiya avahiya HDP’ê ya Kadikoyê li hev civiyan û peyam dan ku ew ê li hemberî operasyonên tasfiyeyê li ber xwe bidin. Di çalakiyê de wêneyên Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û alayên HDP’ê hatin hildan. Di çalakiyê de berdevkê HDP’ê Sarûhan Olûç axivî.

‘PLANA ÇOKDANÎNÊ HATE PÛÇKIRIN’

Olûç diyar kirku ev operasyon bi biryareke siyasî pêk hatiye û qala ‘Plana Çokdanînê’ ya di sala 2014’an dekir. Olûç got ku, “Di çarçoveya vê planê de ji 12 hezaran zêdetir kes hatine destgîrkirin û 6 hezar kes jî hatine girtin. Vê plana çokdanînê bi berxwedana mezin a HDP’ê hate pûçkirin.”

‘BI QEYÛMAN RE ÎRADEYA GEL HATE XESPKIRIN’

Olûç diyar kir ku bi ‘Plana çokdanînê’ re şaredariyên DBP’ê jî bûn hedef û diyar kir ku li 95 şaredariyên DBP’ê qeyûm hatine wezîfedarkirin. Olûç got ku, ‘Di van şaredariyan de yên ku hatine xespkirin, tu nelirêtî û karên bêisûl nehatine kirin. Di hilbijartina pêş a di 31’ê Adarê de em ê van şaredariyan dîsa bi dest bixin û ew ê gel îradeya xwe nîşan bide. Ew ê gel bersiveke xurt bide qeyûmên ku îradeya gel xesp kiriye. Heta niha me stûyê xwe xwar nekir, em ê ji niha û şûnde jî stûyê xwe xwar nekin. Di têkoşîna me de jiyana bi hev re heye. Em ji vî tiştî bi paş ve gavan neavêjin.”

Çalakî piştre bi sloganan bi dawî bû.