Li Stenbolê polîs êrîş dike, gel ber bi Newrozê ve diherike

Ji bo tevlî Newroza 'qedexe'kirî ya li Bakirkoy a Stenbolê bibe, girseya gel danê sibehê li ber Lîseya Şaîr Abay li hev civiya. Lê belê polîsên Tirk êrîşî gel kirin.

Polîsan di destpêkê de mifteyên wesayîtan desteser kirin û piştre li ber Lîseya Şaîr Abay bi bombeyên gazê êrîş kirin.

Tevî êrîşê jî gel belav nebû û ber bi Parka Heykel ve meşiya.

Êrîşa polîsan dewam dike. Gel ji bo xwe bigihîne qada Newrozê li ber xwe dide.

Li aliyê din, welatiyên ku ji bendên polîsan derbas bûn û xwe gihandin Bakirkoyê, li vê derê rastî êrîşê hatin.

Li ser pira Încîrlî jî polîs bi bombeyên gazê û guleyên plastîk êrîşî HDP'yiyan kirin.

HDP'yî li nava kolanan belav bûn. Êrîşa polîsan dewam dike. Tê gotin gelek kes hatine binçavkirin.