Li Stenbolê operasyonên qirkirina siyasî

Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li Stenbolê, rojnamevan jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.

Li 15 navçeyên Stenbolê operasyonên qirkirina siyasî hat pêkanîn. Polîsên Tirk bi biryara destgîrkirina 26 kesî, bi şev dest bi operasyonê kirin û avêtin ser 28 malan.

Navên ew kesên ku heya niha di operasyonan de hatin destgîrkirin wiha ne:

Alîkarê Rêveberiya Şaredariya Şîşlî Cîhan Yavuz, endama Meclîsa Bawerî û Gelan ya HDK Çîgdem Kiliçgun Uçar, rojnamevan navê Davut Uçar û Kesîre Onel, endamê Komaleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe Windakirîn ya Anadoluyê (ANYAKAY-DER) Alaattin Altintaş, hevserokê berê yê navçeya Uskudar ê HDP'ê Erşan Ongulu, Mehmet Karadag, Muhsîn Demîr, hevserokê Komaleya Piştevaniya bi Malbatên Girti û Mehkûmên Marmarayê (MATUHAYDER) Husnu Taş û rêveberên komaleyê Muhlis Bozdemîr, Nazim Adiguzel, Yusuf Çelîk, Emîne Kaya.

Polîsên ku avêtin ser mala rojnamevan Kesîre Onel a li Bagcilarê, piştî ku ew li wir nedîtin, avêtin ser mala hempîşeyê wê ya li Balatê û Onel li wir destgîr kirin.