Li Stenbolê li hemberî ciwanên kurd operasyon

Li Stenbolê li hemberî ciwanên kurd operasyon

Li Stenbolê di encama serdegirtina malan de ciwanên kurd hedef hatin girtin û li gorî agahiyên hatine bidestxistin 17 kes hatine binçavkirin.

Polîsên girêdayê Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya Midûriyeta Stenbolê, vê sibê li Stenbolê bi malan de girt. Li Okmeydani, Beyoglu, Nurtepe, Guzeltepe û Gokturk bi ser malan de hat girtin û endamên Tevgera Ciwan a Demokratîk û Welatpêzê hedef hatin girtin. Hate hînbûn ku ciwanên hatine binçavkirin wêneyê wan yên tevli xwepêşendanên berxwedana Geziyê bûne nîşan dane.

Li gorî agahiyên destpêkê 17 kes hatine binçavkirin. Navê kesên hatine binçavkirin wihane; Huseyin Oner, Ozgur Mert Şeroglu, Alaattin Oncu, Omer Ozalp, Zeynel Ali Bingol, Hasan Kapçak.