Li Stenbolê li dijî elewiyan nîjadperestî
Li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê li ser deriyê malbatekê Ewlewî sembola nîşaneya xaçê hate xêzkirin.
Li navçeya Bahçelîevler a Stenbolê li ser deriyê malbatekê Ewlewî sembola nîşaneya xaçê hate xêzkirin.
Gefên faşîzma AKP-MHP’ê li dijî baweriyên cûda didomin. Piştî Meletiyê li Stenbolê jî malên Elewiyan têne nîşankirin.
Li taxa Kocasînan a navçeya Behçelîevlera Stenbolê, li ser deriyê malbatekê Elewî, bi sembola nîjadperest û nivîsan hate nîşankirin. Deriyê mabata Elewî, bi nivîsên “Ji vir bicihimîn bêol” û “Îsam” hate nîşankirin. Tê texmînkirin ku bûyer şevê din rû daye û malbatê di saetên serê sibê de nîşan ferq kirin.
Diyar bu ku, berî salekê li ser nasnameyên malbatê di beşa olî de navê “Îslamê” jêbirine. Malbata ku berî çend mehan diz ketin mala wan, îdîa kirin ku di dema giliyê bûyerê kirin, nasnameyên xwe dane polîsan û polîsan di beşa ol a nasnameyê de bi pênûsê “Îslam” nivîsandin e.
Hêjayî bibîrxistininê ye ku di 22’yê Mijdarê de li Meletiyê jî heman bûyer rû dabû. 13 malên Elewiyan ên li kolanên Mercan û Gokalp ên Taxa Cemal Gursel hatibûn nîşankirin.