Li Stenbolê ji bo 14’ê Tirmehê banga tevlîbûnê
Li Stenbolê ji bo 14’ê Tirmehê banga tevlîbûnê
Li Stenbolê ji bo 14’ê Tirmehê banga tevlîbûnê
BDP'a Stenbolê di bin çarçoveya kampanyaya "Hikûmet gav bi avêje" û "Berxwedana rojiya mirinê a 14'ê Tîrmehê" ku çalakiyan li dar bixin de banga tevlîbûnê li aliyên demokrat kir.
Rêxistina BDP'ê ya Stenbolê di çarçoveya kampanyaya "Berxwedana rojiya mirinê a 14'ê Tîrmehê" û "Hikûmet gav biavêje" de li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya BDP'ê Hayrî Ateş, rêveberên BDP'a Stenbolê Mehmet Boztemîr û Ayşe Karadag cihê xwe girtin. Di civînê de Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak axivî. Kolçak diyar kir ku, pêvajoya Çareseriya Demokratîk ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpê kirin, dê bi piştgiriya hemû hêzên demokratîk ve pêş bikeve.
Kolçak destnîşan kir ku, dê roja 12 û 13'ê Tîrmehê de ji bo hevalên di "Berxwedana rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê" de gihîştine şehadetê li avahiyên BDP'a navçê ya Stenbolê çalakiyên bibîranînê lidar bixin û wiha berdewam kir:"Ji bo ku em hevalên xwe yên di çalakiya rojiya mirinê ya 14 Tîrmehê de windakirin bibîrbînin, em dê di 14 Tîrmehê, seet 18:00'an de ji qada Tunelê heta qada Taksîmê meşekî bi girseyî li dar bixin. Her wiha di 21'ê tîrmehê de jî bi minasebeta kampanyaya "Hikûmet gav biavêje" de em dê tîşortên ku li serê daxwazên kurdan heyî li xwe bikin û bi awayeke wekhev li qada Kadikoy, Taksîm û Bagcilarê çalakiyên rûniştinê li dar bixin." Kolçak herî dawî bank kir ku, hemû gelê demokrat tevlî van çalakiyan bibin.