Li Stenbolê gêrîlayên PKK’ê hatin bîranîn

Li Stenbolê gêrîlayên PKK’ê hatin bîranîn

Komeleya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine (YAKAY-DER) ji bo gêrîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dabûn bernameya bîranînê pêk anî.

Komeleya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine (YAKAYDER), li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Esenyurta Stenbolê ji bo gêrîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bernameyê de Rêveberên BDP'ê yên Stenbolê, nûner û rêveberên YAKAYDER'ê, xizmên gêrîlayên PKK'ê yên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes amade bûn.

Li salonê alên PKK û Konfederalizma Demokratîk hatin vekirin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pêşengên PKK'ê hatin daliqandin. Dîsa wêneyên gêrîlayên PKK'ê yên d demên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. Girseyê li salonê bê navber siloganên "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bi can bi xwin em bi te re ne ey serok" qîr kirin. Bernameyê bi rêzgirtin û sirûda "Herne Pêş" destpê kir. Di bernameyê de ewil Rêveberê YAKAY-DER'ê Alaattin Altıntaş mafê axaftinê girt û wiha got: "Zarokên we ji bo vî gelî xwe feda kir. We ji canê xwe perçeyek da. Ger ku ne ji ber vê fedekariya we bûya îro em dê nikaribûna li vir bi kurdî jî bi axiviyana. Em bi xêra şehîdên xwe û bedelên xwe li vir in'

Bavê 2 gêrîlayên PKK'ê Ehmed Yilmaz jî diyar kir ku, gelê Kurd bedelên giran dane û wiha got: "Em birçî, tî û bêwar man. Em ji metrepolan hatin qewirandin. Lê me tu carî ji rûmeta xwe tawîz neda. Ev pêvajo bi têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Ocalan destpê kir, dê bi wî berdewam bike. Zarokên min şehîdê gelê Kurd in. Bila serê gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Apo sax be."

Endamê MYK'ê yê BDP'ê Nizamettin Ozturk jî axaftinek kir û wiha got: "Pêngava ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da destpêkirin gava ewil bi dawî bû. Niha em derbasî gava duyemîn dibin. Divê êdî hikûmet gavan bavêje. Dor hatiye AKP'ê û divê hikûmeta AKP'ê gavên şenber bavêje.

Ozturk destnîşan kir ku, li şûna hikûmet gavan bavêje li Liceyê Medeni Yildirim qetil kir û 8 welatî birîndar kir. Qereqolan ava dike. Em dixwazin êdî dest ji van pêkanînan berdin û girtiyên siyasî serbest berdin û girtiyên nexweş serbest berdin. Lîsteya me ya ku ji 25 daxwazan pêk tê heye. Lê heta niha hikûmetê tu gav neavêtiye. Em dê heta dawî li rêç û têkoşîna şehîdên xwe xwedî derkevin."