Li Stenbolê êrîşa li dijî Newrozê: Gelek kes hatin binçavkirin
Polîsên Tirk ên êrîşî pîrozbahiya Newrozê ya li Başakşehîr a Stenbolê kirin, gelek kes binçav kirin.
Polîsên Tirk ên êrîşî pîrozbahiya Newrozê ya li Başakşehîr a Stenbolê kirin, gelek kes binçav kirin.
Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Stenbol Başakşehîrê li taxa Guvercîntepeyê pîrozbahiyeke Newrozê lidar xist. Girseya gel a tevlî pîrozbahiyê bû xwest lastîk bişewitîne û xwe di ser re çeng bike. Lê belê polîsên Tirk bi ava şid êrîşî pîrozbahiyê kirin. Li ser vê yekê gel dest bi qîrîna dirûşma "PKK gel e, gel li vir e" kir. Di encama êrîşa polîsan de gelek kes hatin binçavkirin.
Mirovên hatin binçavkirin, birin Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.