Li Stenbolê çalakiyên Yekîneya Tolhildanê -NÛ BÛ

Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxîn Roboskî ragihand ku wan li Stenbolê çalakî li dar xistine.

Daxuyaniya Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî ya li ser mijarê wiha ye:

"Di 5'ê Çileyê de li navçeya Gungoren a Stenbolê, endamên yekîneya me ya tolhildanê ya Şehîd Sorxwîn Roboskî depoyeke qumaş û 3 wesayit şewitandin.

Di 10'ê Çileyê de jî endamên yekîneya me li Başakşehîr a Stenbolê li kargeheke ku deriyên PVC çêdikir çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de kargeh bi temamî şewitî."

Yekîneyên "Şehîd Sorxwîn Roboskî û Şehîd Soro Amed" berpirsyariya du çalakiyên li Başakşehîr û Umraniyeyê hildan ser milê xwe.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di 11'ê Çileyê de endamên me yên Yekîneyên Tolhildanê yên Şehîd Sorxwîn Roboskî û Şehîd Soro Amed li navçeya Başakşehîr a Stenbolê li dijî atolyeyeke tekstîlê çalakiyek kirin. Di encamê de atolye bi temamî şewitî û. Her wiha şeva 11'ê Çileyê saet di 00:30 de jî li navçeya Umraniyeyê 3 konteynirên li qada xurde şewitandin."