Li Stenbolê berxwedana Newrozê ya li dijî êrîşa polîsan dewam dike

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag diyar kir, qedexe wê nikaribin pêşî li wan bigirin û destnîşan kir, ku ew ê biçin Bakirkoyê.

Li Stenbolê, polîsên Tirk ên dixwazin pêşî li pîrozbahiyê bigirin, li ser rêyên qada pîrozbahiyê, gelek kes binçav kirin. Tevî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û fîşekên plastîk, gel her li ber xwe dide. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Yuksekdag diyar kir, qedexe wê nikaribin pêşî li wan bigirin û destnîşan kir, ku ew ê biçin Bakirkoyê.

Li dijî welatiyên ji bo Newroza li Bakirkoyê derketin rê hemû avahiyên HDP'ê hatin dorpêçkirin û polîs welatiyan binçav dikin. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, parlamenterên HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû, Pervîn Bûldan, Parlamenterê HDP'ê yê berê Levent Tuzel li avahiya HDP'ê ya Bahçelîevlerê bûn û kolana ku derdikeve avahiyê ji çûn hatinê re hate girtin. Rojnamevanên ku qerta wan a zer tineye nagirin kolanê. 

Polîsan li Qada Bakirkoyê kontrola GBT'ê dike û 3 kes hatin binçavkirin. Xebatkara Dengê Amerîkayê Zozan Yaşar ji aliyê polîsan ve hate derbkirin. 4 welatiyên ku xwestin bi metrobusê ve biçin Bakirkoyê hatin binçavkirin. 

Li taxa Gaziyê jî gel li ber Lîseya Şaîr Abay kom bû. Polîsan otobusa girseyê bi wesayîtên zirxî ve dorpêç kirin û xwest asteng bikin. Polîsan mifteya otobusê desteser kir. Nûçegihanê ETHA'yê Ûlaş Omer Sezgîn ê ku xwest dorpêça polîsan bikişîne jî hate astengkirin. Gel ji bo ku bi wesayîtên xwe ve biçin qadê biryar girtin. Li taxê rageşî didome. 

Welatiyên ku serê sibehê ber bi qada Newrozê ve derketin rê bi dorpêça polîsan ve rû bi rû dimînin 7 kesên li Nûnertiya HDP'ê ya Taxa Demîrkapi ya Bagcilarê serê sibehê hatin binçavkirin. Nûçegihana Ozgur Gundemê Elîf Aydogdû û xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Mazlûm Gokguz jî hatin binçavkirin. Aydogdû û Gokguz birin Qereqola 100. Yilê ya Kemal Paşa. 

Dîsa li Esenyûrtê jî polîsan 3 kes binçavkirin. Li vir jî polîsan qertên nûçegihanê Ozgur Gundemê Firat Yeşîlçinar û nûçegihana JINHA'yê Ozlem Çîçek desteser kirin. Polîsan dîmen û wêneyên rojnamevanan jî jê birin.

Li Sarigaziya Sancaktepe ya Stenbolê polîsan êrîşî 200 kesên ku xwestin biçin Newrozê kirin, wesayîtên wan jî girêdan. Gel berê xwe da avahiya HDP'ê ya Sancaktepeyê. 

'TEVÎ ASTENGIYAN JÎ GELÊ ME DIHERIKE QADÊ'

Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cesîm Soylû û Parlamentera HDP'ê Fîlîz Keretecîoglû, li avahiya HDP'ê ya Bahçevlîevler a ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Soylû di axaftina xwe ya li vir de astengiya polîsan a bi biryara Walîtiya Stenbolê li pêşiya pîrozbahiyên Newrozê şermezar kir û da zanîn, ku mirovên dixwazin ji gelek navçeyên Stenbolê ji bo pîrozbahiyê bên, tên astengkirin. Soylû got, "Walîtiyê pîrozbahiya Newrozê qedexe kir. Li Avcilar, li Kadikoyê li gelek cihan wesayîtên me hatine desteserkirin. Destûr nayê dayîn ku mirov xwe bigihînin meydanê. Mirovên me yê yên çûn meydana Bakirkoyê hatin binçavkirin."

Cesîm Soylû bibîr xist ku ew ê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Serokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek çalakiyê lidar bixin û got, "Gelê me tevî astengiyan jî diçe qadê. Ev astengî bêwate ne."

Parlamentera HDP'ê Fîlîz Kerestecîoglû jî xwest, astengî werin rakirin.

YUKSEKDAG: EM Ê BIÇIN BAKIRKOYÊ

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek, ji ber ku polîsan nehiştin rojnamevan xwe bigihînin avahiya HDP'ê ya Navçeya Bahçelîevlerê, li serê kolana avahî lê ye, daxuyanî dan çapemeniyê.

Yuksekdag nerazîbûn nîşanî Walîtiya Stenbolê da ku pîrozbahiyên Newrozê qedexe kiriye û hat gotin, "Bi qedexekirina qadê re Newroz nikare bê qedexekirin. Qedexe nikarin li pêşiya me bibe asteng."

Yuksekdag got, "Em bang li gelê xwe dikin ku li gorî cewhera Newrozê cejna xwe pîroz bike" û diyar kir, tevî parlamenteran ew ê li Bakirkoyê bin.