Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
Li Stenbolê 6 kes hatin girtin
Li Stenbolê, ji kesên di bin navê operasyona li dijî Tevgera Ciwanên Şoreşger û Welatparêz (YDG-H) de hatin binçavkirin, 6 jê hatin komkirin.
Di serdegirtinên malan ên roja Sêşemê de, ji 22 kesên ku 5 jê zarko bûn, piştî karûbarên li Edliya Stenbolê 10 jê serbest hatin berdan û 12 jî bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hatin kirin.
Ji 12 kesên bi îdîaya "endametiya rêxistinê" radestî dadgehê hatin kirin, 5 jê zarok û kesê bi navê Ozgur Mert Şeroglu bi şertê kontrola edlî hatin berdan, 6 jî hatin girtin û li girtîgehê hatin bicihkirin.
Navê 6 kesên ku hatin girtin evin: Zeynel Elî Bingol, Omer Ozalp, Ehmed Buyruk, Elaaddîn Oncu, Burak Baydar û Hûsên Oner.