Li Stenbolê 29 kes hatin binçavkirin -NÛ BÛ

Li navçeyên Stenbolê, rêveberên HDP'ê jî di nav de herî kêm 29 kes hatin binçavkirin.

Li Stenbolê, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan. Rêveberên HDP'ê jî di nav de herî kêm 29 kes hatin binçavkirin.

Hîndekarê Zanîngeha Mûşê Veysî Altindaş ê mohra xwe danî binê belavoka "Em ê nebin hevparê vî sûcî", lêkolînera pirtûka "Di têkoşîna aştiyê ya jinê de tecrûbeyên cîhanê" Guneş Daşli, Serokê Desteya Rêveberiyê ya TV10 a hate girtin Velî Buyukşahîn jî di nav de herî kêm 29 kes hatin binçavkirin.

Navê çend ji kesên binçavkirî: Abdullah Geldî, Veysî Altintaş, Zekî Nergîz, Denîz Şîmşek, Nûrcan Basdînç, Cemîl Demîrbaş, Yavûz Akar, Gulîzar Teymûr, Selahattîn Yilmaz, Zeynep Degîrmencî, Erkîn Orûç, Cemşît Atalay, Fûat Mizrakli, Bayram Kara, Adnan Kaçmaz, Dûygû Kaçmaz, Bînalî Palandoken, Ahmet Avşar, Fehmî Morkoç, Rahîm Tîmar, Edîp Karçîk, Selahattîn Îpek, Nebahat Avşar, Halîs Kandîlcî, Felek Avci, Mûrat Bîlken û Hevserokê HDP'ê yê Navçeya Sîlîvrî M. Alî Altin.