Li Stenbolê 19 kes hatin girtin
Li Stenbolê 19 kes hatin girtin
Li Stenbolê 19 kes hatin girtin
19 kesên ku di dema serdegirtina polîsan ya li Taxa Gulsûyû ya Stenbolê de hatin binçavkirin, hatin girtin.
Li Stenbolê endamên ESP’ê, Baskê Gel û Partîzan ku di çarçoveya operasyona li dijî şoreşgerên li hember çeteyan tekoşînê didin meşandin hatin binçavkirin û karûbarên fermî ên li Edliyeya Çaglayanê bidawî bûn.
8 ENDAMÊN ESP’Ê HATIN GIRTIN
Weke din di çarçoveya lêpirsîna ku dozger biawayê sê dosyayan birêve dibe de, Seroka ESP’a Navçeya Maltepeyê Zelal Armûtlû û Unal Canîk ji aliyê dozgeriyê ve serbest hatin berdan. Endamên ESP’ê Mustefa Kapar, Cibraîl Gunebakan, Aykan Şîmşek, Sînan Sagir, Serkan Okatan, Ozlem Yîgît, Firat Îşsever û Mahsûnî Matûr bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin. Dadgehê jî biryara girtina 8 sosyalîstan da.
11 ENDAMÊN BASKÊ GEL HATIN GIRTIN
Endamên Baskê gel ku lêpirsîna wan ji aliyê dozgerek din ve dihate kirin, Muammer Kaya, Mahîr Çelîk, Şeref Ozcan, Îsmaîl Bîlgîlî û Mesût Taşguluk serbest hatin berdan, 11 kes jî veguhestin dadgehê. 11 şoreşgerên veguhestin dadgehê hatin girtin.
XWENDEKARÊN PARTÎZANÊ SERBEST HATIN BERDAN
Ji 9 xwendekarên Partîzanê ên sewqî dozgeriyê hatin kirin, 6 jê serbest hatin berdan. Hate hînbûn ku, 3 kesên veguhestin dadgehê jî serbest hatin berdan.