Li Stenbol, İzmir û Mêrdînê bangên ji bo tevlêbûna Newrozê
Ji bo pîrozbahiyên Newrozê li her bajarî amadekarî didomin. Ji bo pîrozbahiyên ku ji bo Efrînê wateyeke wê ya girîng heye, banga tevlêbûnên xurt hate kirin.
Ji bo pîrozbahiyên Newrozê li her bajarî amadekarî didomin. Ji bo pîrozbahiyên ku ji bo Efrînê wateyeke wê ya girîng heye, banga tevlêbûnên xurt hate kirin.
STENBOL
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) li Stenbolê wê bi sed hezaran kes di 21’ê Adarê de li Bazara Gel a Bakırköyê Newrozê pîroz bikin. Amadekariyên Newrozê li vê derê didome û Komîteya Amadekar a Newrozê ji bo Newrozê serî li Walîtiya Stenbolê da.
Ew ê hevserokê giştî yê HDP’ê Sezai Temellî, Hevberdeka HDK’ê Gülistan Kılıç Koçyiğit û parlementera HDP’ê Leyla Birlik di Newroza Stenbolê de biaxivin.
Hate diyarkirin ku ew ê Grup Vardiya, Gülseven Medar û Koma Gulên Xerzan jî derkevin ser dikê.
İZMİR
Newroza li İzmirê jî ew ê li Qada Gündoğdu were pîrozkirin. Komîteya Amadekar ji bo pîrozbahiya 21’ê Adarê de serî li rêyên fermî da û banga beşdariyê li gel kir. Ew ê parlementerên HDP’ê yên İzmirê Ertuğrul Kürkçü, Müslüm Doğan û parlementera Êlihê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî di Newrozê de biaxivin.
MÊRDÎN
Komîteya Amadekar a Newrozê jî dest bi amadekariyên pîrozbahiya Newrozê kir. Ewê Newroz di 17’ê Adarê de li Qoserê, Di 18’ê Adarê de li Dêrika Çiyayê Mazî, di 19’ê Adarê li Artukluyê, di 20’ê Adarê de jî li Midyad û Stewrê were pîrozkirin. Hate ragihandin ku ew ê Newroz di 21’ê Adarê de jî li Nisêbînê were pîrozkirin.