Li Solothûrnê malbatên şehîdan lihev rûniştin

Li bajarê Grenchen ê kantona Solothûrn a Swîsreyê malbatên şehîdan ku salê carekê di aktivîteya ‘Malbatên Şehîdan lihev dicivin’ de hatin cem hev û şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd bi bîr anîn.

Merasîm bi pêşengiya  Tevgera Jinên Kurd û Saziya Malbatên Şehîdan a Swîsreyê hate lidarxistin. Ji hemû bajarên Swîsreyê bi sedan malbat û xizmên şehîdan hatin cem hev.

Merasîm di şexsê Şehîdên Meha Cotmehê ji bo bîranîna hemû Şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurd bi deqîqeyek rêzgirtinê desptpêkir. Li salonê pankarta ‘Bi xwerêveberiyê jiyana azad ava bikin’ û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên şehîdan hatin daliqandin.

Piştî axaftina destpêkirinê li ser navê saziya malbatên şehîdan, Tevgera Jinên Kurd, xizmên şehîdan û HBDH axaftin hatin kirin. Dayika Avesta Xabûr a ku di berxwedana Efrînê de li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê çalakiya fedaî pêk anî Emîne Hemo axivî û wiha got; “Em berxwedanê ji Avesta hîn bûn, ya dikeve ser milê me divê em xwedî mîrasa Avesta Xabûr û têkoşînê derbikevin.”

Piştî nîşandana sînevîzyonê merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bi dawî bû.