Li Şîşlî û Beşîktaş pevçûn berdewam dikin

Li Şîşlî û Beşîktaş pevçûn berdewam dikin

Ji danê sibê ve êrîşa polêsan a li hemberî berxwedêrên li derketina Metroya Osmanbey hatin gel hev û xwestin ber bi Taksîmê ve biçin, berdewam dike. Di êrîş û destwerdanê de polês bombeyên gazê, bombeyên deng, fîşekên plastîk û ava bi şid bi kar tîne. Berxwedêr jî bi keviran bersiv didin polêsan.  Berxwedêrên ku ji ber destwerdana dijwar a polêsan ber bi Şîşliyê çûn dîrûşmayên “Her cih Taksîm her cih berxwedan” qêriyan, MOBESE û dîrekên li ser rê jî ji cihê wan rakirin.

Berxwedêran bi kevir û konteynerên çopan li ser rê bend danîn û li hemberî destwerdana polêsan li ber xwe didin.  Polêsan gelek rojnamevanên ku dîmenan digirin  asteng kirin û kirin bin çavan.  Polêsan hemwelatiyên ku ji bombeyên gazê bandor bûn û xwe spartin avahiyên derdor jî kirin bin çavan.  

Her wiha, berxwedêrên xwestin ji ser caddeya Beşîktaş û Siraselvîler ber bi Taksîmê ve biçin danê êvarê rastî destwerdana polêsan hatin. Destwerdan ku berdewam dike berxwedêr jî li ber xwe didin. Li ser caddeya Siraselvîler gelek berxwedêr hatine binçavkirin.

Li gorî Komeleya Mafên Mîrovan navê hin kesên hatine binçavkirin wiha ne:  Serkan Genç, Ahmet Merîç, Kadîr Turgut, Îbrahîm Yeşîlbaş, Yasîn Emde Ozcan, Mehmet Dermancioglu Vural, Mehmet Tevfîk Yılmaz, Ayşe Yenîcî, Eren Menteş, Arda Aras, Îbrahîm Taranoglu, Pelîn Oztekîn, Serdal Genç, Mehmet Alma, Enîs Akin, Gokhan Bîçîcî (IMC TV), Alev Cansu Ovali, Asli Muslaterî.

Li  Taksîma ku ji aliyê polêsan ve hatiye dorpêçkirin rewşa awarte didome.