Nûçeya Lezgîn: KCK: Ji ber sedemên ewlehiyê wê rojnamevan beşdarî merasîmê nebin

Li Şirnexê saha xalîçe hilweşiya mirî û birîndar hene

Li Şirnexê saha xalîçe hilweşiya mirî û birîndar hene

Hate ragihandin ku, di dema lîstika gokê de saha xalîçe ya li taxa Guzelbahçe ya Şirnexê hilweşiya. Hate diyarkirin ku, gelek kes di bin xirabeya sahayê de mane. Hate hînbûn ku, heya niha ji 4 kesên ji bin xirabeyê derxistine 2 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 jî giran birîndar bûne û rakirine nexweşxaneyê.

Hate hînbûn ku, di dema lîstîka gokê de dîwarê îstînak yê sahaya xalîçeyê hilweşiya û gelek kes di bin xirabeyê de man. Hate ragihandin ku, di encama xebatên rizgarkirinê de ji 4 kesên hatine derxistin 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 kes jî bigiranî birîndarbûne û rakirine nexweşxaneyê. Beriya vê hatibû diyarkirin ku 6 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji bo rizgarkirina kesên din yên di bin xirabeyê de xebat didiomin.