Li Şirnexê ji bo Rojava seferberî hat îlankirin
Li Şirnexê ji bo Rojava seferberî hat îlankirin
Li Şirnexê ji bo Rojava seferberî hat îlankirin
Li Şirnexê bi pêşengiya Komeleya Mafê Mirovan kampanyaya bi navê "Xwedî li Rojava derkeve" hat destpêkirin û kampanya rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat.
Kampanyaya bi navê "Xwedî li Rojava derkeve" ku bi pêşengiya komelaya Mafê Mirovan a Şirnex'ê, Rêxistina BDP'a Şirnexê û Şaxa KESK'a Şirnexê hat destpêkirin rastî eleqeyek mezin a welatiyan hat. Di di çarçoveya kampanyayê de welatiyên şirnexî pêwîstîyên jiyanî dibin avahiya Rêxistina BDP'ê, Şaredarîya BDP'ê û cihên hatine diyarkirin
Serokê şaxa ÎHD'a Şirnexê Mehmet Emîn Cengîzoglu der barê Kampanyayê agahî da û diyar kir ku gelê Şirnexê eleqeyek mezin nişanî Kampayayê dide û wiha got: "Kampanyaya me rastî eleqeyek mezin tê, em hêvî dikin heya piştî cejnê alîkarî ji 10 kamyonan derbas bike. Ji ber ku gelê me di vê der barê gelek bi xwesteke û hestiyar e."
Cengizoglu di dawîya axaftina xwede anî ziman ku piştî Cejnê ewê tax bi tax bigerin û ji bo kampanyayê ji gel alîkariyê bixwazin.