Li Şirnexê êrîşên topbaranê berdewam dikin

Li Şirnexê êrîşên topbaranê li hember taxên berxwedanê dewam dikin, ji Taxên Dîcle û Cûmhûriyetê dûman radibin.

Li Şirnexê ev 5 roj in terora dewleta Tirk bê navber berdewam dike, li hember van êrîşan jî hêzên YPS û YPS-JIN bi berxwedanê bersivê didin. 

Li Taxên Dîcle û Cûmhûriyetê ji seatên sibehê  ve tên topbarandin , malên ku top leketine şewitîn û dûman jê radibe. 

Her wiha ji bilî topbaranê jî hêzên Tirk bi wesatiyên zirxî êrîş dikin û hêzên YPS û YPS-Jin jî bersivê didinê. Şer berdewam dikin.