Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
Li Şirnexê 4 kes hatin binçavkirin
Li Şirnexê, di encama serdegirtina gelek malan de 4 kes ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.
Li Şirnexê îro danê sibê tîmên taybet û polîsan avêtin ser gelek malên li taxên Cûdî, Kobanê û Gabarê. Di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Cangîr Kulter (40), Kerem Denîz, Reşît Salgûcak (30) û Saît Kilinç (25) hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina nehat zanîn, lê belê hat ragihandin ku her 4 kes birine Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.