Li Şirnex û Wanê 4 kes hatin binçavkirin
Li Şirnex û Wanê 4 kes, di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
Li Şirnex û Wanê 4 kes, di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin.
Tevî qirkirina fîzîkî ya bi fermana AKP'ê tê kirin, operasyonên qirkirina siyasî jî bi heman rengî li Kurdistanê tên meşandin.
ŞIRNEX
Li navçeya Şirnex Cizîrê, leşkeran danê sibehê avêtin ser gundê Kûrtûlûşê. Di sergirtinan de endamê HDP'ê Tacettîn Erdemîş hat binçavkirin û ew birin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê. Sedema serdegirtinê nehat aşkerekirin.
WAN
Li navçeya Wan Erdîşê, tîmên tevgera taybet danê sibê avêtin ser taxa Çelebîbagê. Di serdegirtinê de Rêveberê KURDÎ-DER ê Erdîşê Necmettîn Açik ê di serdegirtinên 20'ê Cotmeha 2015'an de hatibû girtin û duh ji aliyê dadgehê ve hatibû berdan, tevî 2 kesên navên wan nehatin hînbûn, hatin bin çavkirin.
LI EDLIYEYÊ NE
Hevşaredara Depê Cennet Ayik jî di nav de 10 kesên di 27'ê Çilyê de li navçeya Elezîz Depê hatin binçavkirin piştî ragirtina li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr, anîn Edliya Elezîzê.
30 alîgirên tîma futbolê ya Amed Spor ên piştî maça Kûpa Tirkiyeyê hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin.