Li sînorê Kobanê govenda berxwedanê

Li sînorê Kobanê govenda berxwedanê

Çalakiyên nobeta xeta sînor ku parçeyek ji berxwedana Kobanê ye bi hemû deng û rengên xwe didome.  Demên ji nobetê zêde dimîne bi pêxistina agir, xwendina pirtûkan, stran û govendê berdewam dike. Govenda ku bi sê extiyaran destpê kir, di demek kurt de bû govendek mezin.

Di nav de şêniyên gund jî hene bi hezaran kesên li sînor nobetê digirin bi dîmenên xwe yên rengîn balê dikişînin. Ji her temen, alî, bawerî, çand û olî mirov tên cem hev û li gundê Mehser û Miseynterê jiyaneke hevpar ava dikin. Her wiha xwe ji bo çalakiyên roja 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Hemberî Jinê amade dikin. Ji bilî amadekariyan di demên vala de agir tê pêxistin û li dora agir hinek pirtûkan dixwînin hinek stranan dibêjin û hinek jî govendê digerinin. Hinek jî berê xwe didin Kobanê û bêdeng duayan dikin. Sê extiyarên ku 15 roj berê ji Şirnexê hatin û tevlî çalakiya gundê Mehserê bûn destê hev girtin û govend gerandin. Kesên dengê wan bihistin hatin gel wan û di demek kurt de govend mezin bû. Stranên bi awayekî koro hatin gotin, digiha şervanên Kobanê.