Li sînor navê bêrîkirinê, Kobanê
Li sînor navê bêrîkirinê, Kobanê
Li sînor navê bêrîkirinê, Kobanê
Kobaniyên ji ber êrîşên DAIŞ’ê her tiştê xwe hiştin û hatin ji sînor naçin cihekî. Malbara Ramazan li Pirsûsê li konbajar dimînin her roj bi wesayîta xwe diçin gundê Alîzer û gundê xwe Girbenaw a di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de ye temaşe dike.
Piştî êrîşên DAIŞ’ê bi hezaran Kobaniyî gund, tax, axa xwe terk kirin. Kobaniyên ku hinekan, hevser, hinekan, zarok, hinekan dayik, hinekan xwişka xwe hiştin û koç kirin, li benda serkeftina dîrokî ya YPG û YPJ’ê ne û dixwazin demildest vegerin warê xwe. Hinek ji monîtorên kamerayên rojnamegerên li sînor berê xwe dane Kobanê mal, kolanên dibînin. Yên ku herî zêde bêriya Kobanê kirine jî zarok in. Malbata Ramazan ku ji ber êrîşên DAIŞ’ê ji gundê Girbenaw koçî Pirsûsê kirin li konbajar dijîn û li benda vegera Kobanê ne. Welîd Ramazan her roj bi birayê Newde Ramazan û 5 zarokên ji Pirsûsê tê gundê Alîzer bi dûrbînan gundê xwe temaşe dike.
EM HER ROJ LI GUNDÊ XWE DINÊRIN
Welîd Ramazan da zanîn ku her roj xwişka xwe Newde Ramazan û 5 zarokên wê digire û diçe gundê Alîzer û li gundê xwe Girbenaw temaşe dike. Welîd Ramazan got: “Wisa zehmeteke ku em li vir gundê xwe dişopînin. Em ê rojekê teqez vegerin gundê xwe. Gundê me wêran kirine. Em bêriya axa xwe dikin. Em li benda roja ku em biçin gundê xwe ne. Ji bo zarokan bêrîkirina gund pir mezin e. Ew bi hevalên xwe re li bendê ne li kolanan bilîzin.”
Merwan Ramazan yek bi yek dûrbînê dide ber çavên xwişk û birayên xwe û got: “Min gelek bêriya gundê xwe kiriye. Em ê vegerin û li kolanên xwe bilîzin.
Mahmut Îbrahîm ê 8 salî û Miçê Îmam ê 10 salî Mustafa Îmam ê 12 salî diyar kirin ku ji ber êrîşa çeteyan ji dibistana xwe bûne û neçar mane koç bikin. Mustafa diyar kir ku wê YPG çeteyan ji gundê wan derxin û vegerin gundê xwe.