Li sînor deng ji bo Kobanê bilind bû
Li sînor deng ji bo Kobanê bilind bû
Li sînor deng ji bo Kobanê bilind bû
Gelê ku li sînor bi armanca piştevaniyê li xeta sînor nobetê digirin, zincîra mirovahiyê avakirin û ji bo dengê xwe bigihînin şervanên YPG-YPJ’ê dirûşmên ‘Bijî Berxwedana Kobanê’ û ‘Bijî berxwedana YPG-YPJ’ê’ berz kirin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li hemberî Kobanê du meh li pey xwe hiştin, welatiyên li xeta sînor a Pirsûsê nobetê digirin jî îro dîsa bi zincîra mirovahiyê berxwedan sliav kirin. Çalakî li gundê Mehser û Miseynterê pêk hat. Parlametnera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim tevlî çalakiyên her du gundan jî bû û ji 7 salî heta 70 salî her kes tevlî çalakiyê bû. Welatiyan destê hev girtin û ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê deqeyek rêz girtin.
Girseyê bê navber dirûşmên “Bijî Berxwadana Kobanê”, “Bijî Berxwedana YPG/YPJ” û “Şehîd namirin” berzkirin. Her wiha sirûda Ey Ragip hat xwendin û alên PKK û KCK’ê hatin hildan.
ÇALAKIYA NOBETÊ DIDOME
Welatiyan piştî çalakiya zincîra mirovahiyê çalakiya nobetê berdewam kirin. Li aliyê din jî li Kobanê li gel dengê pevçûnan û dûmana bilind dibe, tevgera balafirên şer ên girêdayî hêzên koalîsyonê didome.