Li Sîlopiyê du jê zarok 5 kes hatin binçavkirin

Li Sîlopiyê du jê zarok 5 kes hatin binçavkirin

Li Şîrnexê di çarçoveya operasyona tê meşandin de di saetê sibê de li Sîlpiyê li taxên Başak, Cudî û Şehîd Harun Boy bi ser malan de hate girtin.

Di serdegirtin malan de agahî nedan keyayê taxê û serdegirtina ku hinceta wê nehat hînbûn de Mehmet Behem (25), Îbrahîm Belge (24), Mehmet Boguş (20) û zarokên bi navê C.Ç (12) û K.S (13) hatin binçavkirin. Kesên binçavkirin birin Midûriyeta polîsan.

Hat hînbûn ku der barê gelek kesan de biryara girtinê hatiye dayîn û her wiha bi ser mala leşkerê Mesut Bolu de jî girtine.