Li Sîlopiyê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn

Li Sîlopiyê di navbera ciwan û polîsan de pevçûn

Li Sîlopiyê ciwanan li dijî dîwarê şermê û darvekirinên Îranê çalakî pêk anîn û di navbera ciwan û polîsan de pevçûn derket.

 

Tevgera Ciwanan a Şoreşger ya Welatparê (YDG-H) li Şilopiya Şirnexê li dijî dîwarê şermê û darvekirina 3 siyasetmedarên kurd yên li Îranê şeva înê çalakî pêk anîn.

Ciwanên li taxa Barbaros hatin cem hev berbi Midûriyeta Polîsan û Şaxa Kontrola Trafîkê ve meşiyan.

Polîsan êrîşê ciwanan kir. Di dema êrîşê de ciwanan dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo’ berzkirin. Polîsan bombeyên gazê avêt ciwanan û ciwanan bi keviran bersiv da.

Li ser vê pevçûnan dest pê kir û heta derengiya şevê berdewam kir.