Li Silopiyayê terora segvanan
Ji Silopiyayê ku polîsan komkujî lê kirin û ji 7'ê Tebaxê û vir ve tansiyona lê her bilind e, heta danê sibehê dengê çekan da.

Li taxa Zapê ya navçeya Şirnex Silopiyayê li hemberî zext û operasyonan gel ji bo xwe biparêze xwendek koland. Di 7'ê Tebaxê de polîsan bi wesayîtên zirxî ji bo xendekan bigirin êrîş li tax kirin û di êrîşa bi çek de 3 welatî qetilkirin, bi dehan welatî birîndar kirin û gelek mal şewitandibûn. Li navçeyê ji 7'ê Tebaxê heta niha alozî bi dawî nebûye û li navçeyê dengê çekan her tim tê û dema şev bi ser bajar de hat dengê çekan zêde dibe. Segvanên li avahiya Amîrtiya Buroya Kontrol Tescîl a Trafîkê û Midûriyeta Polîsan a Navçeyê bi cih bûn şevê her tiştê tevdigere gulebaran dikin. Welatî ji bo nebin hedefa segvanan hêj roj avanebûyî dikevin malên xwe û ji ber dîrekên ceyranê hêj nehatine çêkirin beşek tax bê ceyran e.
Tevî dengê çekan caran dengê teqînan jî tê û teqîn ji 72. Fermandariya Tugaya Xizrî tên û tê gotin girên di navbera Silopiya û Çiyayê Cudî de dimînin tên topbarankirin. Girên tên topbarankirin di heman demê de ji aliyê helîkopteran ve jî tên gulebarankirin. Hat dîtin ku li ser lojmanên 72. Fermandariya Tugaya Zirxî çekên giran ên weke Doçka lê cihkirin.
Li bajarokê Tilqebîn jî 2 TIR li ser pirê hatin rawestandin û hatin şewitandin. Ji ber şewatê rêya Îpekê ji trafîkê re hat girtin.