Li Silopiyayê qada Newrozê hat dorpêçkirin

Li Silopiyayê pîrozbahiya Newrozê a li pêşiya avahiya HDP ya navçeyê ku bi dirûşma “ Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin” hatibû plankirin, ji aliyê hezên dewleta Tirk ve hatiyê dorpeçkirin.

Li navçeya  Silopiyayê a Şinexê pîrozbahiya Newrozê  a li pêşiya avahiya HDP ya navçeyê ku bi dirûşma “Em ê li ber xwe bidin û bi ser kevin”  hatibû plankirin, ji aliyê hezên dewleta Tirk ve hatiyê dorpeçkirin. Gel ji bo seat 11.00’an  Newroza  xwe pîroz bike, diherike qadê. 

Li navendê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê  Faysal Sariyîldîz, Hevserokê DBP’ê0  Kamuran Yuksek û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk jî beşdarî pîrozbahiyê dibin.